Bi Rêkxistinbûyîn Ji Bo KURDSÎADê Mafekî Bingehîne
Mafê rêkxistinbûyînê mafekî herî serekeyê mirovan û yek ji hîmên demkrasîyê ye. Li Tirkiyê bi dehan carane ku pêşî li vî mafî tê girtin û ev mafê mirovan tê binpêkirin. Niha jî komeleyek bi navê Kurdistanê hat avakirin pêşî lê girtin û destûr nedanê saz bibe, qedexe kirin. KURDSÎAD...
Weku tê zanîn, berfirehbûn û pêşketina aborî, di heman demê de pêşketina welat û milet nîşan dide. Pirê caran rûyê welat, milet û dewletan, li gorî hiqûq, wekhevî, aşitî û aboriyeke qaîm tê nasîn. Ev standartên ku me li jor hinek xal rêz kir, bi girêdayina karanîn û çêtirdîtinê ye. Yanî kes ango komek dikare van xalan biceribîne, bi kar bîne, ango berevajîna ceribîn e û nekaribîn e. Ji ber ku ev yeke maf e û maf jî bi destê kes yan jî koman tê karanîn û ceribandin.
Li Kurdistanê salek zêdetir e ku şer û pêvçûn naqewimin. Piştî ku hêzên çekdar, dev ji çekan berdan, rêya siyaset û demoqrasiyê vebû û meşa di vê rê de divê bi hêztir bûya. Pêvajoya agirbestê, pêvajoya pêşketinê jî bi xwe re anî. Ev pêşketin jî, ji cûrbecûr xal û mijaran pêk hat û pir rengiyek him di jîyana civakî, him jî di jiyana bazirganî û aborî de serdest bû.
Li Tirkiyê Kurd, ji gelek mafan bêpar mabûn û mane. Mafê ziman, çand û rêyên demoqratîk heta niha ber Kurdan hatibûn girtin. Mixabin ku di heman demê de mafê bazirganî û mezinbûna aborî jî ji bo Kurdan qedexe bû. Piştî ku çek ji holê rabûn, hêviya miletê herêmê û gelê Tirkiyê ew bû ku normalîzasyonek bikeve rojeva welêt. Bi vê yekê jî hinek karsazên Kurd, xwestin bi rêxistinî kar û xebatên xwe yên aborî bi rê ve bibin. Ji ber wê jî li Amedê, di meha Adara 2014an de hinek karsazên Kurd, ji bo ku rêxistina xwe ava bikin, bi navê “Komeleya Karsazên Pîşesazî û Karsaziyên Kurdistanê (KURDSÎAD)” serlêdana Parêzgariya Amedê kirin. Li gorî yasayên dewleta Tirkiyê (Makezagon û Yasaya Medenî û Komeleyan), avabûna komelayan, bi serlêdanê re pêk tê. Piştî ku Komel (KURDSÎAD) ava bû, bû rojev. Lê mixabin ku lêpirsîna îdarî ya Parêzgariya Amedê, hêvî û hewldana sivîl dîsa di qirika wan de hişt. Ji sedema Makezagona nijadperest, Yasayên Siza û Medenî, bi zimaneke gef û zordestî ji karsazên re gotin ku navê Kurdistanê qedexe ye û hewce ye dev ji vî navê berdin.
Em wek Komeleya Piştgiriyê ya Ji Bo Mafê Mirovan û Mazlûman, dizanin ku pirsgirêk, ne navê Kurdistanê ye. Pirsgirêk yektîpkirina gel û mirovan, bindestkirina maf û edaleta xwezayî û gerdûnî ye. Ji ber vê yekê çawa ku bi navê miletên din komele hatine ava kirin û ji wan re serbest û hiqûqî ye eynî maf ji kurdan re jî rewa ye. Helwesta dewletê ya ku derhukukî ye û bi awayekî fermî li hember navê Kurd, Kurdî û Kurdistanê nîşan dide şermezar dikin. (11.04.2014).
MAZLUMDER - Şaxa Amedê.