ZIMAN MAFÊ BINGEHÎNÊ MIROVAN E…
Li hemû dinyayê, 21’ê Sibatê wekî “Roja Zimanê Zikmakî” tê qebûlkirin û pîrozkirin.
Ziman, nasname û hebûna mirovahiyê ye. Cûdahî û cûdatiya di navbera însan û mexlûqên din de, ya herî sereke û berbiçav, ziman e. Di eynî demê de, cûdahiya zimanan, ji cûdahiya nav bera mirov û mirovên din de jî nîşan dide. Çawa ku Xweda dibêje: “Cûrbecûrbûna rengê we û zimanên we, ji ayetên min in.” Di heman demê de, di însan de mohra qederê, ziman e. Netewebûyîn û nasname, xwe bi ziman nîşan dide. Kesên zimanên wan tê tunekirin, di heman demê de, hebûna wan û mafên wan, tên tune kirin. Li zimanên cûr be cûr xwedîderketin û parastina hebûna wan, yek ji taybetmendiya mirovên heqperest û heqparêz e. Mirov bi zimanê xwe mirove
Ziman; çand û hebûna gel û netewan, derbasê nifşên nû dike. UNESCOyê, sala 2008’an wek “Sala Zimanên Navnetewî” îlan kir, û “Etlasa Zimanên Di Bin Talûkeyê De” weşand. Li gorî vê etlasê, ji sala 1950’yî û vir de, 230 ziman wenda bûne. Li gorî lêkolînan, di nav zimanên heyî yê ku hejmara wan digihêje 6 hezar û 700’î de, sedsala were wê nîvê wan wenda bibe. Hal wiha ye ku di dinyayê de ji 194 dewletan, dewletên ku zimanê wan yê fermî ji yekî zêdetir in, ji sedî zêdetir dewlet hene. Lê dîsa ji şertû merc û derfetên wan, ji ber ku ne yek in, hinek ziman ber bi wendabûnê ve diçin.
Li Tirkiyeyê, bi dehan ziman hene, lê wek yek zimanî, bi tenê zimanê fermî Tirkî hatiye qebûlkirin. Zîhniyeta yek tîpê/tekçîtîyê diparêze, hebûna cûdahiyan qebûl nake. Mixabin hîn jî li Tirkiyeyê serdest e. Qedexeyek fermî tunebe jî, fiîlî qedexeyek li hember zimanên din hene. Li Tirkiyeyê, bi zimanê zikmakî xwe îfadekirin û parastina zimanê xwe kirin, hîn jî wek sûc tê dîtin. Dijberİ zagonên navnetewî, hebûna zimanên cûda li hember dewletê wek talûke tê dîtin û kesên ji bilî Tirki ku perwerdehiyê bi zimanê xwe dixwazin, bi salan li Tirkiyeyê hatin darizandin. Niha jî her çiqas hinek pêşvekirin û pêşveçûn hebin jî kêm û qels in. Divê pêşi li perwerdehİya bi zimanê zikmakî bê vekirin. Li Tirkiyeyê, ji ber ku ji bili zimanê Tirkî, bi zimanê zikmakîperwerdehî tuneye, zimanên heyî dibin talûkeyek mezin de ne. Divê kî bi çi zimanî dixwaze bikaribe bipeyîve û bixwîne. Divê ziman di xizmeta giştî de û perwerdehiyê de bi kurtasî di hemû warên jiyanê de serbest bên bikaranîn. Qedexekirina ziman, binpêkirina mafê mirovan e û qedexekirina ziman, sucekî li dijî mirovahiyê ye. Zilmek li hember mirovahiyê ye.
Em roja zimanê dayikê, li hemû kes, netewe û gelan pîroz dikin…
SELAHATTİN ÇOBAN
Cîgirê Sêrokê Giştîyê MAZLUMDER’ê